watermark logo

Bajar - Serhildan

10 ziyaret
Melike Yaman
Melike Yaman
21 Oct 2020


Serhildan li serê çiyan hey
Berxwedan li nava zîndan
Dengê xortan xweş tê min
Hele dengê keçên dilovan

Hey serhildan, berxwedan
Serhildan jiyan e hey hey
Berxwedan jiyan e

Rawestan ne karê me ye
Pêşveçûn armanca me ye
Kurdistan li hêviya me ye
Çavê wê li rêça me ye

Dibê serhildan, berxwedan
Serhildan jiyan e hey hey
Berxwedan jiyan e

Dengê karker ji karistanê
Yê xwendevan ji dibistanê
Dengê pêşmerge ji qadê tê
Dengê şehîd ji goristanê

Dibêjin serhildan, berxwedan
Serhildan jiyan e hey hey
Berxwedan jiyan e

Daha fazla göster

0 Yorumlar Göre sırala

Hiçbir yorum bulunamadı

Facebook Yorumları